Mûstafa Karasû: Divê rastiya dewleta Tirk a qirker bê dîtin

“Êdî wê zehmet be ku demeke dirêj Rêbertî dîlgirtî bihêlin, tecrîdkirî bihêlin. Hêzên demokrasiyê, gelên cîhanê wê bi gelê Kurd re azadiya Rêber Apo teqez pêk bînin.”
Bi van gotinan Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû derbarê Rêber Apo de nirxandin kir.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû beşdarî ‘Bernameya Taybet’ a Medya Haberê bû û mijarên di rojevê de nirxand.

Mûstafa Karasû bal kişand ser tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan, anî ziman ku li dijî tecrîdkirin û dîlgirtina Rêbertî, gelê me hewl dide bi têkoşînê tecrîdê bişkîne û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bike.

Karasû da zanîn ku polîtîkayên li dijî Rêber Apo tên meşandin polîtîkayên qirkirinê ne û ev nirxandin kir:

“Dewleta Tirk dewleteke qirker û mêtinger e.

Heya ku ev bi vî awayî neyê dîtin, ne pêkane ku li hemberî wê têkoşîna azadiya Kurdistanê jî pêk were.

Berî her tiştî divê gelê Kurd hemû, rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd wê rastiyê bibînin û vê dewletê nas bikin.

Yên ku vê rastiyê nebînin wê nikaribin sîstema qirker a dewleta Tirk jî fêm bikin.”

Mûstafa Karasû di berdewamiya nirxandinê xwe de destnîşan kir ku gel ji bo azadiya xwe li dijî vê dewletê têdikoşe û misogerkirina azadiya fizîkî ya Rêbertî jî parçeyekî girîng ê vê têkoşînê ye.

Karasû: Mirovahî tev dixwaze ji modernîteya kapîtalîst rizgar bibe

Karasû balkişand li ser bandora Rêber Apo ya li ser gelên cihanê jî da zanîn ku mirovahî tev dixwaze ji modernîteya kapîtalîst rizgar bibe û ev tişt anî ziman:

“Beriya niha bi demeke kurt li Îtalyayê çend konser hatin lidarxistin.

Di konseran de me dît bê Rêber Apo bandoreke çawa li gelan dike.

Rêber Apo jî weke çareseriya vê yekê nîşan dide. Di serî de li ser bingeha azadiya jinê weke rêya rizgariya ji sîstema kapîtalîst nîşan dide.

Bêguman bi pêşengiya jin, ciwan û ekolojîstan di têkoşîna li dijî modernîteya kapîtalîst de serdemeke nû dide destpêkirin, asoyên nû destnîşan dike.”

Back to top button