Ji doh êvar ve di nav komikên girêdayî hikûmeta Şamê şer rû dide.
Çete bi awayekî ketober çend hawan avîtin taxa Salihiyê û xişman.
Şerê di navbera çete û komikên rejîmê de li çargoşeya Ewlekariyê ya li bajarê Hesekê, rû dide.
Serkêşên vî şerî çeteyên Dîfa El-Wetenî û komika bi navê “El-Hecanê” ye.
Nûçegihanê me ragihand gule û top ji hindirê çargoşeya Ewlekariyê dedikevin.
Ji ber topên ketober 3 welatî birîndar bûn
Her wiha nûçegihanê me eşkere kir ku 3 birîndar ji ber vê rewşê gihaştin nexweşxaneyên Hesekê.
Û ziyan li milkên welatiyan jî bûne
Şêniyekî taxa Salhiyê diyar kir ku topek li mala wî jî ketiye û ziyan lê bûye.