Li Çargoşeya Ewlekariyê ya Hesekê şer rû dide

Ji duh ve li çargoşeya Ewlekariyê ya li bajarê Hesekê, di navbera komikên girêdayî Hikûmeta Şamê de şer rû dide.
Serkêşên vî şerî çeteyên Dîfa El-Wetenî û komika bi navê “El-Hecanê” ye.
Li gor agahiyan ku gelek kuştî û birîndar ji herdu aliyan ve çêbûne.
Sereçeteyê Dîfa El-Wetenî bi dîmenekî dibêje ku kesayetên payebilind di serî de Elî Memûlk 500 hezar dolar jê wergirtine da ku li cihê xwe bimîne.
Lê belê vê gavê 3 milyona dolrana jê dixwazin.

Hîna krîza çeteyên Dîfa El-Wetenî û qebîleya El-Cibûr sar nebûbû, careke din li çargoşeya Ewlekariyê ya bajarê Hesekê ku di bin kontrola Hikûmeta Şamê de çekên giran xebitîn.

Vê carê, komikên girêdayî hikûmeta Şamê xwe bi xwe şerê hev û din dikin, serekên wê jî Dîfa El-Wetenî û komika bi navê “El-Hecanê” ye.

Li gor agahiyan, ji şerê duh bi şev û heta vê gavê, kuştî û birîndar ji herdu aliyan ve hene.

Elî Memlûk pere ji “Ebdulqadir Hemo” wergirtine

Dîmenekî Sereçeteyê Dîfa El-Wetenî Ebdulqadir Hemo li ser medayay civakî hat belavkirin gelek hûrgilî û piştperdeyên di navbera wî û hin kesayetên payebilind ên Hikûmeta Şamê eşkere dike.

Hemo di nava gotinên xwe de zêdetir qala serokê Istixbarata Hikûmeta Şamê Elî Memlûk dike ku lihevkirinek di navbera wan de heye

Bi zimanê wî, “500 hezar dolarên amerîkî ji wî hatine satandin da ku li cihê xwe bimîne, lê vê gavê daxwaza 3 milyon dolar jê dikin”

Sereçete Hemo di wî dîmenî de fermanê dide çeteyên xwe ku heta dawiyê şer bikin

Wer tê dîtin, ev serçeteyê ku gelek caran Hikûmeta Şamê xwe jê dişûşt, ji hêla istixbarata wê tê birêvebirinn û pir sûc derheqê şêniyên herêmê de pêk anîne

Li gor hindek çavkaniyan, vê gavê rola “Ebdilqadir Hemo” bi dawî dibe û hewl tê dayîn wî dûr bixin.

Lewra ji ber ew vê yekê red dike, şer berdewam e û bû sedem rêjeyeke şêniyên di Çargoşeya Ewlekariyê de berê xwe bide herêma Rêveberiya Xweser.

Her wekî, Ajansa SANAyê ragihand ku ezmûneke xwendekarên Zanîngeha Firatê ya girêdayî Hikûmeta Şamê bi paş hat xistin.

Têkildarî vî şerî heta niha Hikûmeta Şamê tu daxuyaniyeke fermî nedaye û ne jî behsa rûdana şerekî bi vî rengî dike.

Lê belê Hêzên Asayîşê dor li çargoşeyê girtiye qene şer derbasî herêmên wê nebe û jiyana xelkê nekeve metirsiyê.

Back to top button