Hêzên PDK’ê nehişt enternasyonalîst derbasî Rojava bibin

Di demekê de ku gef û êriş li dijî Rojava dewam dikin, bi dehan enternasyonlîstan xwestin derbasî Rojava bibin da ku destekê bidin wê. Lê belê PDK’ê rê li ber wan girtin û nehişt derbas bibin.

26 enternasyonalîtan ji welatên cuda yên Cîhanê, berê xwe da Rojava da ku li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û gefên wê, piştgiriyê bidin Rojava.

Di dema gihatşin dergehê Pêşxabûrê, hêzên PDK’ê ew asteng kirin û rê nayê dayîn ku derbas bibin.

Ev enternasyonalît, di bin sîwana Tûgayên Xebatê yên Navneteweyî de, dixwestin li hemberî xeteriya li ser Rojava, destek û piştgiriyê bidin gelê wê.

Ji ber vî karê PDK’ê, çav li rê ye ku daxuyanî ji hêla koma enternasyonalîstan ve bê dayîn û hurguliyên bûyerê werin eşkerekirin.

Back to top button