Dema serjimariyê ya li navenda Hesekê hate dirêjkirin

Ev 3 roj in xebatên serjmariyê li Hesekê didome.
Li gorî berpirsên wê, ji ber jimara niştecihên Hesekê zêde, dema dîsa hat dirêjkirin.

Hevserokê Meclisa Kantona Hesekê Xebat Silêman diyar kir ku xebata serjimariyê didome û dema wê li navenda Hesekê hate dirêjkirin.

Silêman eşkere kir ku ji ber pirbûna jimara niştecihên Hesekê xebat di dema diyarkirî de bi dawî nebû.

Di vê xebatê de, nêzî 700 mamoste, endamên nivîsgeha Plansazî, Geşepêdan û Serjimariyê û hevserokên komînan cihê xwe digirin.

Back to top button