HPG’ê: Di çalakiyên gerîlla de 18 leşkerên din hatin kuştin

Li hemberî êrişên rojane ên balafirên şer û çekên kîmyewî jî gerîllayên HPG’ê û YJA Starê bi çalakiyên bersivê didin artêşa Tirk. Li gorî çavkaniyên HPG’ê, di encama lêdana gerîlla de 18 leşkerên din ên artêşa Tirk hatin kuştin. Her wiha darb li helîkopterekê hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çalakiyên gerîla daxuyaniyek da.

Navendê eşkere kir ku artêşa Tirk a li hemberî berxwedana gerîlla nikare pêşde biçe, 18 caran bi çekên kîmyewî û 17 caran jî bi balafirên şer qadên gerîlla bombardiman kirin.

Têkildarî encama çalakiyên gerîlla jî navenda çapemeniyê ev agahî parve kirin:

  • Herêma Avaşînê

4’ê Hezîranê li Qada Berxwedanê ya Werxelê bi çekên giran derb li dagirkeran hate xistin.

Roja din jî hêzên dagirker dema xwestin li derdora tunelên şer ên li Qada Werxelê bi cih bibin, bûn armanca lêdana gerîlla.

  • Herêma Metîna

Li Qada Girê Hakkarî, 3’ê Hezîranê li dijî hêzên artêşa Tirk çalakiyên sekvaniyê pêk hatin.

Di encamê de 4 leşker hatin kuştin.

5’ê Hezîranê li heman qadê, dagirkerên li dora çeperên Şehîd Zemanî û Şehîd Akîf bûn armanca lêdana gerîlla.

Heman rojê li Qada Girê Cûdî helîkopterek Skorsky dema hewl dida dagirkeran li qadê deyne bû hedefa lêdana gerîlla.

Di encamê de darb li helîkopterê hate xistin û bêyî ku karibe leşkeran deyne neçar ma ji qadê biçe.

5’ê Hezîranê li Qada Girê FM çalakiyên sekvanikyên yên hemwext pêk hatin.

Di encamê de 5 leşker hatin kuştin.

Ji ber bersivdayîna gerîlla hêzên dagirker neçar man gavekê paşde biçin.

Danê nîvro, dema hêzên artêşa Tirk ji bo girtina cenazeyên kuştiyên xwe hatin herêmê, careke din bûn hedefa gerîlla.

Li vir 3 leşkerên din hatin kuştin.

Heman rojê gerîllayên jin li derdora Girê FM li hêzên artêşa Tirk dan.

Di vê çalakiyê de jî 3 leşker hatin kuştin.

  • Herêma Zapê

5’ê Hezîranê leşkerên artêşa Tirk xwestin nêzî tûnelên şer bibin.

Lê di encama destwerdana gerîlla de dagirker neçar man paşde biçin.

Heman rojê li Qada Karker gerîllayên ji bo çalakiyên sekvaniyê pêk anîn û di encamê de 3 leşker hatin kuştin.

Back to top button