Zelensky serdana Donbas ya şerê lê dijwar bûyî kir

Piştevaniya welatên Rojava bû Ukrayna û daxwaza Rûsya ya li ser xaka wî welatî nîşaneya domandina şere.
Serokomarê Ukrayna Zelensky serdana bajarê şer yên li herêma Donbasê kir.
Brîtayna biryar da ku moşekên nûjen ji Kîevê re bişîne.
Hemwextî vê çapemeniya Rûsya îdia kir ku aliyên Moskow û Kîevê li ser hinardekirina genim ya ji bo derve li hev kirine.

Di şerê li Ukrayna de, artêşa welat ji texmînan zêdetir li pêşberî hêzên Rûsya li ber xwe da.

Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelensky ji bo moraldayîna leşker û welatiyan berê xwe da Donbasê.

Zelensky di roja 103’an ji êrişa Rûsya ser Ukrayna de serdana bajarê Lisiçansk yê li kêleka Severodonetsk kir.

Li gorî nûçeya The Guardian, Zelensky piştre jî berê xwe daye bajarê Soledar yê heman herêmê.

Serokomarê Ukrayna di peyama vîdeo ya di saetên siharê de kişandî dibêje, ew û ekîba xwe serdana herdû bajarên navbûrî kirine.

Lisiçansk û Severodonetsk li Luhansk û Soledar li herêma Donetskê ne.

Zelensky li wir careke din îida kir ku ewê herêmên Donbasê ji hêzên Rûsya paqij bikin.

Brîtanya moşekên menzîl dirêj dide Ukrayna

Welatên rojavayî bi çekan piştgiriya Ukraynayê didomînin.

Brîtanyayê di dawiyê de ragihand ku ew ê gelek pergalên moşekên menzîl dirêj wê bide Ukrayna.

Wezîrê Parastinê Ben Wallace diyar kir ku ew ê moşekên hîn bibandortir yên di destê xwe de bişînin Ukrayna.

Pisporên parastinê dibêjin, roketên ku wê Brîtanya bişîne, menzîla wan 80 kîlometre ye.

Li gorî nûçeya El Paisê, Spanya jî wê moşkên dijî hewayî û tankeke şer a Leopardê bişîne Ukraynayê.

NATO’yê bi pêşengiya DYA’yê li Deryaya Baltîkê dest bi tetbîqatên deryayî kir, ku wê nêzî du hefteyan bidomin.

Çapemeniya Rûsya: Ji bo şandina genim lihevkirin çêbû

Li gorî çapemeniya Rûsyayê ji bo sewqiyata genim bi Kîev û Enqereyê re lihevkirinek pêk hatiye.

Hat diyarkirin ku hêzên deryayî yên Tirkiyê wê mayinên li avên bejayî yên Ukraynayê paqij bikin û bi keştiyên veguheztinê re tevbigerin.

Beriya niha Serokê Rûsya Vladimir Putin îşareta lihevkirinek derbarê şandina gemin de dabû.

Back to top button