Rojnamevan û pêşengê dîroka rojnamevaniya Kurdî Musa Anter

Li ser qetilkirina siyasetmedar, nivîskar, rojnamevan û yek ji pêşengên ku xetên nû di dîroka rojnamevaniya Kurdî de li Bakurê Kurdistanê kêşa Musa Anter ango Apê Musa re 31 sal derbaz dibin. Musa Anter rewşenbîrê ku dewlet ji pênûsa wî, heta ji fîtika wî ditirsiya.

Îro 31 sal li ser şehîdxistina siyasetmedar, nivîskar, rojnamevan û yek ji pêşengên ku xetên nû di dîroka rojnamevaniya Kurdî de li Bakurê Kurdistanê kêşa Musa Anter ango Apê Musa re derbaz dibin.

Musa Anter kiye?

Mûsa Anter bi nasnav Apê Mûsa nivîskar û rojnamevanekî Kurd bû.

Apê Musa di sala 1920’an de li gundê Zivingê ya bi ser navçeya Nisêbîn a Mêrdîn ya Bakurê Kurdistanê ji dayîkbûye.

Apê Musa, hîn di temenekî piçûk de, bavê xwe winda dike û li ber destên dayika xwe Fesla Anter mezin dibe.

Apê Musa di sala 1948’an de yurda Firatê vedike û dest bi derxistina rojnameya çavkaniya Dicle dike.

Piştî çend salên dirêj li Amedê bi navê ‘Ilerî Yurd’ ango Welatê Pêşketî dest bi derxistin rojnameyekê din dike.

Di destpêka salên 60’î de, di nava Partiya Çep ên Tirk de, bi awayekî fermî dikeve nava siyasetê.

Dewleta Tirk bi şehîdxistina apê Mûsa xweset pêşî ragihandina azad bigre

Di sala 1992’an de dewleta Tirk bi serokatiya Serokwezîra wê demê Tansu Çiler li Bakurê Kurdistanê li dijî nivîskar û kesayetên navdar ên Kurd dest bi pêngaveke xeternak kir.

Di encamê de nêzîkî 17 hezar kesayetiyên Kurd ji aliyê grûpa bi navê Hizbullah û dezgeha sîxuriya Tirkiyê ve hatin kuştin.

Roja 20’ê îlona sala 1992’an li kolanên Amedê ew bû hedefa dijminên çapemenî û ramana azad, ji aliyê JÎTEM’ê ve bi gulebaranê hate şehîdxistin.

Dewleta Tirk bi şehîdxistina Apê Mûsa hewl da ku rojnamegeriya Kurdî û fikra azadiya Kurd û bêdeng bike û bitepisîne, lê negîhîşt armanca xwe.

Îro li ser xeta Apê Musa bi hezaran rojnamevanên kurd têkoşîna xwe didomînin û pênûsa Apê mûsa li erdê nehiştin.

Back to top button