Keleka koçberan noqê avê bû, 8 jê zarok 42 koçber mirin

Keleka koçberan dema ku diçe gravên Kanaryayê noqê avê bû, 8 jê zarok 42 koçberan jiyana xwe ji dest da.

Rêxistina civaka sivîl Carmîndo Fronteras bi daxuyaniyekê ragihand keleka koçberan li peravên Kanaryayê noqê avê bûye.

Li gorî rêxistinê 3 ji wan zarok, 30 jin bi giştî 42 kes jiyana xwe ji dest dane.

Damezrînerê rêxistinê li ser hesabê xwe yê twîtterê ragihand ku piştî kelek ji bajarê Daka yê Mexribê bi rê ket bi nîv saetê noqê avê bûye.

Her wiha got ku 6 jin û 4 zilam ji keleka ku noqê avê bûye hatine rizgarkirin.

Damezrînerê rêxistinê diyar kir ku koçber nikarin keştiyan bibînin lewma neçar dimînin siwarê kelekên bayê yên ne bi ewle ne bibin.

Back to top button