Ehmed Mele Telal: Parastina Şengalê tenê ji hikûmeta Federal tê xwestin

Berdevkê Serokwezîrê Iraqê Ehmed Mele Telal dibêje; parastina Şengalê tenê ji hikûmeta Federal tê xwestin. Şêwirmendê Ragihandinê yê buroya Mesûd Barzanî jî teqezî û piştgiriyê dide axaftina wî ya der bar peymana li ser Şengalê de. Cîgirê hevserokatiya MXDŞ’ê Hiso Birahîm hişyariya bersivdanê da aliyên lihevker, eger êrîşî YBŞ û YJŞ’ê bikin.

Piştî Şengalê ji çeteyên hov ên DAIŞ’ê bi berxwedana ciwanên wê hat rizgarkirin, hikûmeta Başûrê Kurdistan û hikûmeta Iraqî li dijî wê peymana birêvebirinê îmze kir.

Berdevkê Serokwezîrê Iraqê Ehmed Mele Telal der barê peymanê de daye xuyakirin ku rêxistinkirina rewşa birêvebirin û ewlekariya Şengalê, tenê girêdayî hikûmeta Federal in.

Ehmed Mele Telal dibêje:

“Ev payman, bi hemahengiya digel hikûmeta Başûrê Kurdistanê ye.”

Buroya ragihandina PDK: Daxuyaniyên Mele Telal naveroka peymanê tînin ziman

Şêwirmendê Ragihandinê yê buroya Mesûd Barzanî jî ji Malpera el-Hura re ragihand ku: “Ti arîşe tune ye, ji ber ku dosyaya ewlekarî, birêvebirin û xizmetguzariyê bi hemahengiya digel hikûmeta Başûr e û anî ziman ku daxuyaniyên Mele Telal, naveroka lihevkirina Şengalê derdibirînin.

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê jî, peymana Bexda û Hewlêrê bi tundî red kir.

MXDŞ: Em ê bersiveke tund bidin eger hêzê li dijî YBŞ û YJŞ’ê bi kar bînin

Cîgirê Hevserokatiya MXDŞ’ê Hiso Birahîm hişyariya bersivdanê da aliyên lihevker, eger êrîşî YBŞ û YJŞ’ê bikin û wan bi hêz û zorê ji Şengalê derxin.

Hiso Birahîm hebûna hêzên Pêşmerge li Şengalê red kir û got:

“Pêşmerge PDK’ê sala 2014’an ji Şengalê reviyan û gelê Êzidî yê bêçek di nava neperûşkên mirinê de rû bi rû hiştin.

Tevî vê yekê jî, Hiso Birahîm da zanîn ku ew ji diyalogê re amade ne, eger Êzidiyên Şengalê tê de beşdar bin.

Hikûmeta Federal a Iraqî û hikûmeta Başûrê Kurdistanê 9 Cotmehê li ser birêvebirina Şengal bê ku nêrîna gelê wê bigirin, li hev kir.

Her du aliyên navborî li ser mijara ewlehî, xizmetguzarî û derxistina YBŞ û YJŞ’ê li hev kiriye.

Back to top button