Li Sûriyê 4 kesên din bi vîrûsa Coronayê ketin

Li Sûriyê 4 kesên din bi vîrûsa Coronayê ketin, wiha jî hejmara kesên bi vîrûsê ketine bilind bû 33’an.

Wezareta Tendursitiyê ya Hikûmeta Şamê bi daxuyaniyekî ragihand ku pêketina 4 kesên din bi vîrûsa Coronayê li welêt hat ragihandin.

Bi van daneyên dawî jî, heya niha li Sûriyê 33 kes bi vîrûsa Coronayê ketine, 5 ji wan sax bûne û 2 jî mirine.

Di çarçoveya xebatên dijî belavbûna vîrûsa Coronayê de, Wezareta Hundir a Hikûmeta Şamê qedexeya tevgera navbera parêzgehan de heya 2’ê gulanê dirêj kir.

Back to top button