Di hilbijartina Zimbabwe de Mnangagwa bi serket

Hilbijartinê serokomariyê yê Zimbabweyê bi dawî bû.
Komîsyona Hilbijartinê ragihand ku Serokomar Mnangagwa di hilbijartinê de bi ser ketiye.
Mnangagwa kêfxwaşiya xwe anî ziman û got: “Hilbijatin bi awayekî aştiyane pêk hat”.

Komîsyona Hilbijartinê ya Zimbabweyê diyar kir ku Serokomar Emmerson Mnangagwa di hilbijartinê de bi ser ketiye.

Mnangagwa hevrikê xwe Nelson Chamisa ji partiya Hevbendiya Welatiyan bi zêdeyhiya 380 hezar dengan têk bir.

Seroka Komîsyona Hilbijartinê ya Zimbabwe Priscilla Makanyara Chigumba ragihand ku Mnangagwa ji nû ve hat hilbijartin.

Bi vê yekê re Mnangagwa wekî serokê Komara Zimbabwe hate ragihandin.

Yek ji bingehên propagandayê Mnangagwa ya hilbijartinê banga ji bo aşitiya bû.

Piştî serketinê Mnangagwa kêfxwaşiya xwe anî ziman û got:

“Hilbijatin bi awayekî aştiyane, zelal û adil hate meşandin.

Her wiha ez ji bo beşdariyeke mezin a gelê me kêfxwaşim.”

Mnangagwa di dawî de diyar kir ku ew ê ji bo aşitiyeke mayînde xebatên xwe bidin destpêkirin.

Her wiha ew di vê baweriyê de ne ku aramiyê bînin Zimbabwe.

Back to top button