
Tehranê gotibû ger Amerîka Siyasetên xwe biguherîne û cezayan rake ew ê danûstandinan bi Amerîkayê re bikin, Trump ev yek red kir.
Serokê Amerîkayê Donald Trump bi twîterekê bersiva Îranê da û destnîşan kir ku ew danûstandinan bi Iranê re nakin.
Trump got: Tehran ji bo rakirina cezayan, careke din daxwaza danûstandinê bi me re kir , Na spas .
Ev bersiv piştî daxuyaniya Wezîrê karê derve yê Iranê Mihemed Cewad Zerîf hat ku daxwaza destpêkirina danûstandina kiribû û gotibû:
Em dixwazin danûstandinan bi Amerîkayê re bikin, lê divê Amerîkayê siyaseta xwe derbarê Îranê de biguherîne û cezayên li ser rake.