Her ku diçe bîlançoya virusa Corona bilind dibe

Virusa Corona. Ev virus li Çînê derket lê li wir sînordar nema û her ku diçe belav dibe..
Herî dawî ev virus li Kanadayê jî hat tesbît kirin.
Virusa ku jiyana 56 kesî bi dawî kir û niha jî jiyana hezar û 975 kesî xistiye xeteriyê ..
Lê îro Çînê ragihand ku wê derman ji vê virusê re dîtiye û di çend saetên pêş de wê derkeve.
Agahî û encamên herî dawî ku vê virusê bi xwe re anîn , em di vê nûçeyê de nas bikin.

 

Virusa Corona, cara pêşî li Çînê Kanûna 2019’an derket.

Ev virus li bazareke bajarê Wûhanê ku bajarekî li herêma navîn a Çînê ye xwe da der.

Heta niha 56 kesan jiyana xwe ji dest daye

Heta niha li Çînê ji ber vê virusê 56 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 975 kes pê ketine.

Ji vî bajarê derbasî bajarên din ê Çînê bû û li li wî welatî tenê sînordar nema ..

Piştî Çînê, ev virus derbasî, koreya başûrî, Tayland, Taywan, Awisturalya, Amerîka, Fransa, Rûsya û herî dawî jî Kanda bû ..

Hikumeta Kanadayê ragihand ku li bajarê Tornto ev virus li ser kesekî ku ji Wuhanê vegeriya, hatiye tespîtkirin.

Amerîka wê hemwelatiyên xwe yên li wuhanê werbigire

Li DYE’yê jî kesekî duyemîn bi virusê ketiye.

Amerîkayê herî dawî ragihand ku ew ê hemû hemwelatiyên xwe yên li Wuhanê ji ber vê virusê werbigire.

Li Fransayê jî 3 kes rakirin nexweşxaneyê.

Li Çînê pîrozbahiyên sala nû hatin qedexekirin

Ji bo pêşî li belavbûna vîrûsa kujer a li Çînê bê girtin, rayedaran hewldanên xwe zêde kirin.

Li bajarê Wûhanê ger û geşta bi wesayitên hewayî, bejahî, deryayî bi temamî qedexe bûye.

Li vî bajarî hema bêjin ku mirov qet ji malê dernakevin.

Firoşgeh bi temamî girtî ne, li bajêr mirovên derkevin derve jî neçar in ku maskeyê bidin ber rûyê xwe.

Li Pekînê jî karmendên metroyê bi kincên xwe yên parastinê, tîna bedena mirovan ên dikevin stasyonê dipîvin.

Nexweşxane tijî bûne û ji 3’ê Sibatê ve beşeke nû ya ji bo hezar kesên din li nexweşxaneyê hatiye zêdekirin.

Pîrozbahiyên sala nû yên li Parkan jî ji ber vê virusê hatin qedexekirin.

Çînê ji vê virusê re derman peyda kir

Ji pêşî li vê virusê were girtin, Çîn amadekariya derxistina derzî ango telqîhekê nû li dijî vê virusê kiribû.

Rayedaran gotin ku ji derxistina vê telqîhê re çend meh pêwîst in.

Lê îro û piştî mirina bi dehan kesî bi vê virusê Çînê ragihand ku wê dermanê vê virusê dît û di çend saetên pêş de wê bêpere were dayîn .

Back to top button