Li Tirkiyê operasyonên li dijî rojnamevanên çapemeniya azad didome.
Dadgeha dewleta dagirker ji ber ku rojnamevan Abdurahman Gok dîmenê kuştina Kemal Korkut ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin kişand û rastî ji raya giştî re parvekir, cezayê salek û 6 meh lê pirîn.
Di derbarê rojnamevan Abdurrahman Gok ku di pîrozbahiya Newroza sala 2017’an a Amedê wêneyên kuştina Kemal Kurkut kişandibû, bi îdiayên” endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” doz hatibû vekirin.
Rûniştina doza Gok îro li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate dîtin.
Şandeya dadgehê salek û 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê da rojnamevan Gok.
Weke tê zanîn 8’ê Hezîranê di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê dabû destpêkirin 22 rojnamevan hatibûn binçavkirin û ji wan 16 rojnamevan hatin girtin.



