Di demeke ku Lîbya ber bi avakirina hikûmeteke nû ya hilbijartî ve diçe, sekreterê giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû El-Xêt banga derketina hemû hêzên biyanî ji Lîbyayê kir.
Îro duşemê, serokwezîrê demkî yê Lîbyayê, Ebdulhemîd El-Debîbe, ji bo erêkirina hikûmeta nû berê xwe da bajarê Sêrtê.
Ebdulhemîd El-Debîbe kebîneya xwe ya nû pêşkêşî parlamanê kir, parlaman jî bi riya dengdanê wê erê bike yan na.
Ebû El-Xêt banga derketina hemû hêzên biyanî ji Lîbyayê kir
Li aliyê din jî, debarê rewşa Lîbyayê de, nûnerê navdewletî yê bo Lîbyayê Yan Kobîş û sekreterê giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû El-Xêt civînek pêk anî.
Ehmed Ebû El-Xêt tekez kir ku pêwîst e hevpeymana agirbestê ya navbera aliyên Lîbî de pêk bê û hemû hêzên biyanî û çete ji Lîbyayê bên derxistin.
Ebû El-Xêt bi nûnerê navndewletî yê bo Lîbyayê çawaniya rêgirtina li ber gefên çete û komên çekdar li ser pêvajoya demkî li Lîbyayê nîqaş kir.
Nûnerê navdewletî Yan Kobîş jî diyar kir ku ew ê hevkariya navbera Komkara Erebî û NY kûrtir bikin û bi hewldanên her du aliyan ji bo serwerî û yekîtiya Lîbyayê pabend bin.