Li Brezîlya serdegirtin: Polîs di hedefa tewambariyan de ne

Alîgirên Serokkomarê berê yê Brezîlya Bolsonaro ku di hilbijartinan de têk çû, avêtin ser avahiyên dewletê.
Di navenda nîqaşan de polîsên ku tedbîrên ewlehiyê yên têr negirtine tên sûcdarkirin.

Alîgirên serokê berê yê Brezîlya Jair Bolsonaro, ku di hilbijartinên Cotmeha 2022’an de li Brezîlyayê têk çû, doh avêtin ser sê saziyên dewletê li paytext Brasilia.

Polîsan bi bombeyên deng û gaza îsotê xwestin girseyê ji hev belav bikin.

Hat diyarkirin ku di bûyeran de nêzî 200 kes hatine binçavkirin.

Serokomarê berê yê rastgir Bolsonaro di hilbijartinên serokatiyê ya Cotmehê de li pêşberî çepgir Luiz Inacio Lula da Silva winda kir.

Lê belê, alîgirên Bolsonaro yên radîkal, ku têkçûna wî ya hilbijartinê qebûl nakin, gelek caran li dijî serkeftina Lula li welêt xwepêşandanan organîze dikin.

Heta banga li artêşê dikin ku darbeyek leşkerî pêk bînin.

Rêveberê emniyeta bajar ji erk hate girtin

Serokdewlet Lula da Sîlva ku Bolsonaro ji serdegirtina saziyên dewletê sûcdar kir, bertek nîşanî negirtina polîsan a li hemberî çalakgerên ku jê re digotin “faşîst û fanatîk” da.

Lula da Sîlvayê ku di dema serdegirtinê de li eyaleta Sao Pauloyê bû wiha got:

“Em bawer dikin ku di ewlehiyê de kêmasî hene.

Lê em ê wan bibînin û ceza bikin.”

Lula piştî axaftina xwe rêveberê polîsan ê paytext Brasilia Anderson Torres ji wezîfeyê girt.

Di çapemeniya Brezîlyayê de tê gotin, Senatoyê fêhm kiriye ku alîgirên Bolsonaro bi rêya komên Telegramê xwe birêxistin dikin û li hemberî vê yekê tedbîrên ewlehiyê zêde kirine, lê Midûrê Polîsan Torres ev daxwaz bi cih neaniye.

Torres di dema Bolsonaro de wezîrê dadê bû.

Serdozgeriyê der barê Torres de biryara girtinê da.

Di çapemeniya Brezîlyayê de hat îdiakirin ku di dawiya hefteyê de nêzî 4 hezar alîgirên Bolsonaro bi otobusan ji deverên cuda yên welêt anîn paytextê.

Bolsonaroyê ku ji ber windakirina hilbijartinan li eyaleta Florîda ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ye, bi daxuyaniyekê li ser hesabê xwe yê Twitterê sûcdarkirin red kir.

Almanya piştevaniyek berfireh da Lula

Bûyerên li Brezîlyayê bala civaka navneteweyî kişand ser vî welatî.

Wezîra Karê Derve ya Elmanyayê Annalena Baerbock di peyama xwe ya li ser hesabê xwe yê Twîtterê de hat weşandin de wiha got:

“Hemû hevgirtina me bi gelê Brezîlyayê, saziyên wê yên demokratîk û Lula re ye.

Ya ku li Brasilyayê qewimî êrîşeke tirsonek û hovane ya li dijî demokrasiyê ye.”

Back to top button