Parlamentoya Iraqê dest bi kar dike

Rêveberiya Bexda hewil dide li welat rewşê aram bike.
Parlamentoya Iraqê piştî bêhndanê dest bi kar dike.
Li aliyekî din, Wezareta Karê Derve ya Iraqê ragihand Serokwezîr Sûdanî li ser rêya Fransayê ye.

Parlamenterekê Iraqê ragihand ku îro bêhndana zivistanê ya Parlamentoyê bi dawî bû, biryare dubare dest bi civînan were kirin û got:

“Piştî destpêkirina civînan wê hinek projeyên weke; projeya yasaya budceyê, projeya yasaya neft û gazê û hinek mijarên din werin guftugokirin.”

Parlamenterê Iraqê Ehmed Teha Rubeyî ji medyaya Iraqê re ragihand ku bêhndana zivistanê ya Parlamentoya Iraqê bi dawî hat û biryare civîn werin destpêkirin.

Ehmed Teha da zanîn ku piştî destpêkirina civînan wê hinek projeyên weke; projeya yasaya budceyê, projeya yasaya neft û gazê û hinek mijarên din wê werin guftugokirin.

Di 8’ê Kanûna sala 2022’yan de Parlamentoya Iraqê ket bêhndana zivistanê û îro bêhndan bi dawî hat.

Her wiha biryare civînên Parlamentoyê di rojên pêş de dubare destpê bikin.

Serokwezîrê Iraqê Sûdanî li ser rêya Fransayê ye

Li aliyekî din, Wezareta Karê Derve ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku Wezîrê Karê Derve ya Iraqê Fuad Hisên bi balyozê Fransa yê Iraqê Eric Chevalier re civiyaye.

Hate gotin ku her du aliyan derbarê amadekariyên ji bo serdana serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ya ji bo Fransayê axivîne.

Li gorî heman daxuyaniyê tê payîn dawiya vê mehê Sûdanî serdana Fransayê bike.

Hêjayî gotinê ye di 20’ê Kanuna 2022’yan de li paytexta Urdin Emanê Lûtkeya Bexda 2 ku taybet li ser rewşa ewlehiya Iraqê bû bi tevlîbûna Serokomarê Fransayê û gelek nûnerên welatên Rojhilata Navîn û Ewropa pêkhatibû.

Piştî civînê, bi daxuyaniyekê, welatên tevlî lûtkeyê bûne, diyar kirin ku hevkariya wan a ji bo Iraqê ya ji bo piştgiriya li ewlehî, aramî, serwerî, demokrasî û hewldanên ji bo diyaloga ji bo çareserkirina pirsgirêkan dewame.

Back to top button