Serhildana “Jin, Jiyan, Azadî”

Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ya dijî qetilkirina jina ciwan ya Kurd Jîna Emînî dewam dike.
Duh ciwan li kolanan bûn, kesên beriya 3 salan di encama ketina balafirek Ukraynayê de jiyana xwe ji dest dabûn, jî bibîr anîn.

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bê navber dewam dike.

Ciwan carek din duh daketin kolanan û dijî desthilatê nerazîbûna xwe anîn ziman.

Qurbaniyên bûyera balafira Ukrayna ya berî 3 salan jî hatin bîranîn

Di 8’ê Çileya 2020’an de balafireke Ukraynayê demeke kurt beriya ku ji balafirgeha navneteweyî ya Tehranê rabe ketibû.

Di balafirê de 176 kes hebûn û hemûyan jî jiyana xwe ji dest dabûn.

Kesên di balafirê de 82 jê Îranî, 63 jê Kanadayî, 11 jê Ukraynayî û 10 jî Swêdî bûn.

Di sêyem salvegera bûyerê de, kesên jiyana xwe ji dest dan li ser gorên xwe hatin bîranîn.

Ciwan kolanan vale nahêlin 

Li bajarê Seqiz û Mihabadê deste gul danîn ser kesên di bûyerê de jiyana xwe ji dest dayîn.

Li ser goran dijî desthilatê dirûşme hatin gotin.

Li bajarê Bokanê welatî tevî malbata Mihemed Hesen Zade ku di xwepêşandan de hatibû kuştin, çûn serdana gora wî.

Di saetên şevê de li bajarên Mihabad, Sine, Ciwanro, Îlam ciwan daketin kolanan û agir pêxistin.

Bê navber dijî desthilatê dirûşme gotin.

Li bajarên Tahran, Erak, Esfehan û gelek bajarên din yên Îranê meş û çalakî dewam kirin.

Di wan çalakiyan de jî kesên di bûyera ketina balafirê de jiyana xwe ji dest dayîn hatin bîranîn.

Welatiyan bi dirûşmeyan darvekirina xwepêşanderan şeremzarkirin.

Li cihê balafira Ukraynayî ketî xwarê jî bi sedan kes kombûn û bê navber dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ gotin.

Tevî darvekirin, kuştin û girtinan jî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dewam dike.

Back to top button