Atîna: Li sînorê Tirkiyê salekê de 1300 bazirganê mirovan hatine girtin

Hikumeta Yewnan ragihand ku di nava sala 2022’an de li ser sînorê Tirkiyê hezar û 300 bazirganên mirovan hatine girtin.

Li Yewnanistanê ku yek ji rêgehên bingehîn ên derbasbûna welatên Ewropa yên rojava ye, daneyên li ser têkoşîna li dijî qaçaxçitiya mirovan hatin eşkerekirin.

Wezîrê Parastina Welatiyên Yewnanistanê Takîs Theodorîkakkos ji radyoya Sky re axivî û diyar kir ku sala 2022’an tenê li nêzî çemê Merîçê yê li ser sînorê Tirkiyê hezar û 300 qaçaxçiyên mirovan hatine girtin.

Theodorîkakos diyar kir ku heman salê 256 hezar penaber hatin astengkirin ku dixwestin ji Tirkiyê di ser çemê Merîçê re derbas bibin.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî hejmara mirovên ku di sala 2022’an de hewl dan bi qaçaxî derbasî Yewnanistanê bibin li gorî salek berê bi du qatî zêde bû û gihîşt 18 hezar û 800 kesî.

Ev hejmar sala 2021’ê, 9 hezar û 157 kes bû.

Yekîneyên ewlekariyê yên Yewnanistanê bi piştgiriya hêzên parastina sînor ên Yekîtiya Ewropayê li sînorên bejahî û deryayî salên dawî tedbîrên tund werdigirin.

Lê belê saziyên mafên mirovan ên navneteweyî hikumeta Yewnan sûcdar dikin ku mirovên ji bo jiyaneke ewle dixwazin derbasî Yekîtiya Ewropayê bibin bi rengekî neqanûnî li Tirkiyeyê vedigerîne.

Li gorî rêveberiya Atînayê jî desthilatdariya AKP-MHP’ê ya li Tirkiyê zextê li koçberan dike û ji wan re dibêje ‘Ya hûn ê vegerin welatê xwe yan jî bi rengekî qaçax derbasî Yewnanistanê bibin’.

Rayedarên Yewnan diyar kirin ku ev zexta li ser koçberên Sûrî beriya hilbijartinên giştî yên li Tirkiyê zêde bûye.

Back to top button