Li Silêmaniyê ji bo şehîd Nagihan konê sersaxiyê hat vedan

Li Silêmaniyê ji bo endama Akademiya Jineolojîyê Nagîhan Akarsel li cihê lê şehîd bûye, konê sersaxiyê hate danîn. Tê payîn ku sibe cenaze ber Bakurê Kurdistanê ve were şandin.

Gelek nûnerên saziyên jinan û hevriyên Nagihan Akarsel, serdana konê sersaxiyê kirin.

Li konê sersaxiyê Hevseroka Tevgera Azadî Tara Husên axivî û bal kişand ser qetilkirina jinên Kurd û diyar kir ku divê tola jinên tên qetilkirin bê hilgirtin.

Piştre endama Akademiya Jineolojî Necîbe Qeredaxî jî diyar kir ku li Başûrê Kurdistanê kuştinên siyasî zêde bûne û got: “Êrîşa li ser Hevala me Nagihan Akarsel, êrîşa li ser hemû jinan e.”

Ji bo tevlîbûna merasîma oxirkirinê bang hat kirin

Cenazeyê Nagihan Akrasel wê sibe ber bi Hewlêrê ve were oxirkirin û ji Hewlêrê jî ber bi paytexta Tirkiyê Enqerê ve were şandin.

Tê payîn roja 9’ê Cotmehê piştî kar û barên qanûnî, ji bo cihê lê ji dayîk bûyî ve were şandin.

Ji bo tevlîbûna merasîma ku dê sibe saet 13:00’an de were lidarxistin, bang hat kirin.

Back to top button