Piştgiriya cîhanî ya ji bo Rêber Apo zêde dibe

Li tevahiya dinyayê piştgiriya ji bo azadiya Rêber Ocalan zêde dibe.
Jinên endamên berê yên Parlamenta Ewropayê derbarê Komploya Navneteweyî û tecrîdkirina Rêber Apo de axivîn.
Jinan diyar kirin ji bo azadiya Rêber Apo ewê biaxivin û têbikoşin.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û misogerkirina azadiya wî ya fîzîkî, li qada navneteweyî hewldan dewam dikin.

Kesayetên navdar tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin.

”Ji bo aştiyê, azadiya birêz Ocalan gelekî girîng e”

Ji endamên berê yên Parlamenta Ewropayê Julie Ward anî ziman ku di dema parlamenteriya xwe de ew ji bo azadiya Abdullah Ocalan bênavber xebitî û got:

Hîn jî ez karên dîplomatîk bi vê armancê dike û ji bo vê gelek caran min hevdîtin bi CPT re kir.

Em ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin, biaxivin û di çarçoveya aştiyê de dengê xwe bilind bikin.

Profesora hiqûqê ya navneteweyî Radha D’Souza jî destnîşan kir ku misogerkirina azadiya Abdullah Ocalan ji bo wan karê sereke ye.

Seroka EUTCC Kariane Westrheim jî anî ziman ku ew daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan dikin û got:

Ji bo aştiyê, azadiya Birêz Abdullah Ocalan gelekî girîng e.

Ji Efrîkaya Başûr Koordînatora Kolektîfa Piştevaniya Kurdan Fazela Mohoamed jî dibêje:

Em ji dewleta Tirk dixwazin ku ji bo hevdîtinên aştiyê yên bi Abdullah Ocalan re bike, amade bibe û atmosfereke baweriyê li herêmê biafirîne.

“Ji ber dengê Ocalan ji çekê xurtir e tecrîdê pêk tînin”

Hevseroka Koma Mudaxaleye Hiqûqî ya Navneteweyî-Navendî Demokrasî û Lêkolînê Mîchela Arrîcale ku îmze avêtibû kampanyaya li dijî tecrîdê der barê komploya navnetewî axivî.

Mîchela Arrîcale teqezkir ku ji ber dengê Rêber Ocalan ji çekê xurtire tecrîdê pêk tînin û got;

CPT bi erka xwe ranabe û raporên derbarê Îmraliyê de eşkere nake.

Em bi israr vê dibêjin CPT divê her 5 salan carê serdanê bike û daxuyaniyê bide.

Gelê Kurd gelê herî xurt yê ku ji bo mafên xwe têdikoşe ye.

Di asta siyasî de divê her kes ji bo rewşa Abdullah Ocalan têbikoşe.

Ji ber vê jî divê piştevaniya navneteweyî û tevgerên pêşketî ligel lîderê kurd cih bigirin.

Ger ku bi awayekî azad biaxive, wê di şoreşa demokratîk a navneteweyî ya Rojhilata Navîn de pêşketinek mezin hebe.

Back to top button