Li Hesekê konê çalakiyê di roja 2. de bi dawî bû

Li welat û derveyî welat çalakiyên gel yên li dijî şehîdxistina Nagîhan Akarsel dewam dikin. Duh bi hezaran jinên Efrînê li dijî şehîdxistina Nagîhan Akarsel meşiyan. Li gelek welatên Ewropa jî çalakî hebûn.

Çalakiya konvedanê ya Akademiya Jineolojî a li parka Rêber Apo ji bo şermezarkirina şehîdxistina Nagîhan Akarsel hate lidarxistin 2 rojan dewam kir.

Bi dehan welatî, endamên saziyan, partî û rêxistinan beşdarî çalakiyê bûn.

Beşdarên çalakiyê jî, soza domandina riya şehîdan û fikir û felsefeya Rêber Apo dan.

Çalakiya konvedanê bi xwendina daxuyaniyekê bi dawî bû.

Di daxuyaniyê de sûcên li dijî jinên ku li hember zulmê li ber xwe dane hatin şermezarkirin û hate gotin:

Kes nikare îradeya jina azad têk bibe û rê li ber wê bigire.

Çalakiya konvedanê bi siloganên “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.

Jinên Efrînê li dijî şehîdxistina Nagîhan daketin qadan

Bi hezaran jinên Efrînê li navçeya Ehdas a kantona Şehbayê kom bûn û meşek li darxistin.

Xwepêşandêr heta parka navçeya meşiyan.

Li vir, endama Navenda Lêkolînên Jinelojiyê ya herêma Efrînê Zehriyan Hisên axivî û got:

Wê vîna me neyê şikandin. Em ê her gavan pêş de bavêjin.

Teko- JIN ji bo şehîd nagîhan çalakiyek li dar xist

Li seranserî bajarê Ewropa jî çalakiyên şermezarkirina kuştina jinan tên li darxistin.

Bi pêşengtiya Teko-JIN ji bo Nagîhan Akarsel çalakiyek hat li darxistin.

Enternasyonalên Îtalî ji bo şehîd Nagîhan çalakî li darxistin

Enternasyonalîstên Îtalî li dijî kuştina jinan ya li Kurdistanê, çalak li darxistin.

Li bajarê Pîsa û Katanyayê ya Sîcîlyayê, welatî li dijî şehîdxistina Nagîhan Akarsel helwest nîşan dan û li kolan û qadên gel afîş û pankart daliqandin.

Back to top button