“Dengê xwe bidin xwe”

Serokê eşîra Zerduî Cemal Hacî Fetah û Çavdêrê siyasî Dr. Cehfer Elî piştgiriya xwe ya ji bo Partiya Çepên Kesk nîşan da.
Cemal Hacî Fetah bang li Kurdên Bakurê Kurdistanê kir dengê xwe bidin namzetên Kurd ..
Dawî li desthilata zordar ya Erdogan bînin.

Îro prosesa dengdanê ya hilbijartinên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê destpê kir.

Zêdetirî 60 milyon kesan mafê dengdanê heye.

Li vir Piştgiriya ji bo Partiya Çepên Kesk jî roj bi roj zêde dibe.

Serokê eşîrekê Cemal Hacî Fetah piştgiriya xwe ya ji bo Partiya Çepên Kesk nîşan da.

Cemal Hacî Fetah diyar kir ku piştgiriya ji bo Kurdan, piştigriya ji bo xwe ye.

Yek ji kesayetên navdar yên di nava eşîra Zerduî de Mihemed Ferîq jî got:

“Hêvîdarim Erdogan ji desthilatê bikeve.”

Dr.Cehfer Elî: Wê PDK’ê jî para xwe ji çûyîna Erdogan bigre

Çavdêrê siyasî yê Başûrê Kurdistanê Dr. Cehfer Elî jî dibêje:

“Hilbijartinên vê carê yên li Tirkiyeyê wê bandorek kûr li ser jiyana pêkhate, netewên cuda bike.”

Şikestina Erdogan ji bo her çar parçeyên Kurdistanê qezenceke mezin û dîrokî ye.

“Pêwîste her Kurdek bi şeref, dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk”

Endamê Mekteba Siyasî yê YNK’ê Mihemed Sengawî bi heman armancê got:

“Ji bo hikûmetek demokrat pêwîste hemû Kurdên bi şeref dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. ”

Pêşeroja Tirkiyê wê îro diyar bibe

Back to top button