Ji bo wergirtina ceh û genim 28 embar hatine amedekirin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 9’ê Gulanê de buhayê kirîna genim û ceh ji cotkaran diyar kiribû.
Kîloya genim bi 43 sent e û ya ceh bi 35 sent e.
Cotkaran diyar kir kirin ku ligel rewşa aborî ya zehmet ev buha baş e.

Destaya Çandinî û Avdanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo wergirtina genim û ceh ji cotkaran 28 embar hazir kirine.

Têkildarî mijarê cîgirê Hevserokatiya Desteya Çandinî û Avdanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ê Ehmed Yûnis wiha got:

“Wê pereyên cotkaran bi dolar bidin wan, di nava 20 heta 25 rojan piştî radestkirinê de pereyên wan bidin.”

Ji bo kirînê kadroyên pispor hatin amadekirin

Ehmed Yûnis diyar kir ku wan 3 dewreyên perwerdeyê ji aliyên têkildarî kirîna genim û ceh hatin vekirin û ev tişt anî ziman:

“Ew li gorî pîvanên sûriyeyî û navneteweyî hatin perwerdekirin.

Dewreya perwerdeyê ya yekemîn li herêma Firatê û ya duyemîn li kantona Qamişloyê û ya sêyemîn li kantona Hesekê hatin vekirin.

Embar dikarin 850 hezar ton ceh û genim werbigirin û heke miqdar ji wisa zêdetir be dê embarên din vekin.”

Cîgirê Hevserokatiya Desteya Çandinî û Avdanê Ehmed Yunis bang li welatiyan kir û got:

“Ji bo parastina hilbirînan ji şewatan bi komîteyên li herêmê re koordîneyê bikin û hevkar bin.”

Back to top button