Perwîn Bûldan dengê xwe da

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Perwîn Bûldan a li Wanê dengê xwe karanî.
Perwîn Bûldan got: “Pergaleke xerabiyê heye û divê ev pergal îro biçe.”
Malbata Şenyaşar jî dengên xwe dan û ev peyam dan : “Me ji bo pêşerojeke demokratîk peywîra xwe bi cih anî.”

Hilbijartinên serokkomarî û parlamenteriyê yên li Tirkiyeyê destpêkir.

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Perwîn Bûldan li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê dengê xwe da.

Perwîn Bûldan: Dema ku em heqê keda xwe bigirin hat

Perwîn Bûldan li ber deriyê dibistanê daxuyanî da û got:

“Dema ku herkes heqê keda xwe bigire hatiye.

Dê ji her aliyê Tirkiyeyê mirov dengê xwe biavêjin.

Hêviya 82 milyon mirovan heye ji van hilbijartinan.

Me jî îro dengên xwe avêtin, em bi hêviya ku dengên me bibin wesileya aştiyê..

Perwîn Bûldan: Divê ev pergala xerabiyê îro biçe

Bûldan, anî ziman ku dê êvarî bi hêviyeke mezin li benda encaman bimînin :

“Dê îşev bi hêviyeke mezin çavên me li sindoqên ku bên vekirin bin.

Divê hemû kesên li Tirkiyeyê dijîn vê hêvî û kelecanê bijîn.

Pergaleke xerabiyê heye û divê ev pergal îro biçe.

Ji herkesê re serkeftinê dixwazim û ji dil û can bawer dikim ku em ê teqez serbikevin.”

Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Em soza komara demokratîk didin

Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar li taxa Gazî li Dibistanekê dengê xwe da.

Çîgdem Kiliçgun piştî dengdanê daxuyaniyek da û got:

“Bi encamên vê hilbijartinê re me soza jiyaneke aram û bi hev re dan.”

Bi wesîleya vê hilbijartinê em hêvî dikin ku meclîseke pirsgirêkên mayinde çareser dike li Tirkiyeyê ava bibe.

Çîgdem destnîşan kir ku ew soza komareke demokratîk didin.

Malbata Şenyaşar dengê xwe dan

Malbata Şenyaşar ku 783 roj in Nobeta Edaletê digire dengên xwe dan û ev peyam da:

“Me ji bo pêşerojeke demokratîk peywîra xwe bi cih anî.”

Daxwaziya me ew e ku bêyî ku bûyerek biqewime hilbijartinê temam bikin û guhertinê pêk bînin.”

Li Cizîrê jî dengdayîn destpêkir.

Back to top button