Gelê Sirbê naxwazin Kosova ji Sirbîstanê cuda bibe

Çalakiya Sirbên a li dijî cudabûna Kosova ji Sirbîstanê berdewame.
NATO jî leşkerên xwe li Zveçanê, li bakurê Kosovayê, ku lê protesto berdewam dikin, zêde dike.

Çalakiya gelê Sirbê a ku naxwazin Kosova ji Sirbîstanê cûda bibe berdewame.

Ji bo çalakiyên îro komek karkerên madenê jî beşdarî çalakiyê bûn, lê li gorî rojên borî hêjmara çalakvana hîn kêmtire.

Ji saetên serê sibehê ve hêjmareke zêde ji leşkerên Hêzên Aştiyê yên NATO’yê yên li Kosovayê (KFOR) jî li cihê çalakiyê hazir bûn.

Serok Rakic ​​ji rojnamevanan re got ku ji bo li cihî çalakiyan alozî zêdetir nebe wan û KFOR’ê li hev kirine.

Lewma wê leşkerên KFOR’ê tenê ji bo parastina gelê ku bi awayekî aştiyane xwepêşandanan dikin li wir amadebin.

Di nava Kosova û Sirbistanê de alozî

Back to top button