Şêniyên herêmên Cezayên Dîsplînê li dijî Rêber Apo şermezar kirin

Meclisên malbatên şehîdan ên Herêma Cizîrê biryara ferzkirina “Cezayên Dîsplînê” ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin.
Malbatên Şehîdan diyar kirin ku ew heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan nesekinin..û têkoşînê bidomînin.

Dewleta Tirk biryareke nû ya qedexeyê li Rêber Abdullah Ocalan birî.

Li gorî wê, ne malbat ne jî parêzer heta 6 mehên din nikarin hevdîtinê bi Rêber Abdullah Ocalan re pêk bînin.

Meclisên Malbatên Şehîdan yên kantona Qamişlo û navçeyên wê li dijî cezayên dispilînê yên li dijî Rêber Apo daxuyaniyek hevbeş dan..

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de komploya li dijî gelê Kurd ji 25 salan ve dewam dike.

Dewleta Tirk li hundirê girtîgehê cezayên giran li dijî Rêber Abdullah Ocalan ferz dike û ji mafên herî hêsan bê par dike.

Bi vê yekê hewl dide vîna gelê Kurd têk bibe.

Hate diyar kirin ku dewleta Tirk a qirker li dijî gelê Kurd û Rêber Abdullah Ocalan bi rêya ferzkirina tecrîdê û qedexeya hevdîtinê şerê taybet pêk tîne.

Dawiyê, Meclisan bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî kir ku sûc û kiryarên li dijî gelê Kurd di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de, bi dawî bikin.

Piştî meclisên malbatên şehîdan ên Qamişlo, meclisên malbatên şehîdan ên Hesekê jî daxuyaniyek hevbeş dan.

Meclisan “cezayên dîsîplînê” yên heta 6 mehên din û dewama tecrîdê şermezar kirin..

Meclisan bang li rêxistinên mirovî kir ku sûc û kiryarên li dijî gelê Kurd di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de, bi dawî bikin.

Malbatên Şehîdan diyar kirin ku ew ê têkoşîn û çalakiyên xwe yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dewam bikin.

Back to top button