Însiyatîfa Sûriyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan jî diyar kir ku dewleta Tirk ji dema girtina Rêber Ocalan ve tevahî qanûn û peymanên navneteweyî binpê dike.
Di daxuyaniya Însiyatîfê de hate gotin:
Cezayê dîsîplînê xwe naspêre tu zamîneke hiqûqî yan jî qanûnî.
Rêber Abdullah Ocalan banga mafên gelê Kurd, gelên cîhanê û Rojhilata Navîn dike, lê dewleta Tirk guh nade van bangan, berovajî vê yekê dijbertiya xwe ya li hember Rêber Ocalan zêdetir kiriye.
Behsa Komploya Navneteweyî hate kirin û hate diyarkirin ku girtina Rêber Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê tevahî qanûnên navneteweyî binpê kir û ev tişt hat gotin:
“Ev yek delîlê herî berbiçav ê faşîzma dewleta Tirk û djibertiya wê ya li gelên hezkiriyên aştî û îstiqrarê ye.
Rêber Ocalan bi berxwedana xwe ya dîrokî ya a li hemberî van siyasetên hovane, bûye sembola mirovhî, aştî, hezkirin, wekhevî, edalet û demokrasiyê.
Dawiya daxuyaniya insiyafîfê hat gotin:
Baweriya gelê Kurd, tevahî beşan û ta-îfeyan bi berxwedana lehengane ya Rêbertî ya di hucreya xwe ya yekkesî de xurt e.
Gel soza têkoşîn û berxwedanê ta tune-kirina zihniyeta faşîst nû dike.