Ozturk: Peymana AKP-MHP’ê neyartiya li dijî Kurda ne

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, diyar kir ku têkiliyên mafya û dewletê ya bi hev re encama tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan e û got:
“Bi kûrbûna tecrîdê re Tirkiye radestî mafyayê bû.
Çareserkirina vê di şikandina tecrîdê de derbas dibe.
Ji bilî azadiya birêz Ocalan çareseriyeke din tuneye.”

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi rojeva tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê li avahiya HDP’ê ya Navçeya Rezan a Amedê li hev civiyan.

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Saliha Aydenîz û Keskîn Bayindir, aktîvîstên TJA’yê û parlamenterên HDP’ê tevlî civînê bûn.

Di civînê de Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk axivî û diyar kir ku AKP-MHP polîtîkayên “neyartiya kurdan” dimeşînin û wiha got:

Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ji bo tasfiyekirina gelê kurd sond xwarî ne.

6 sal in êrişên xwe yen herî qêrij bi polîtîkayên xwe yên qirêj dimeşînin.

Heta îro encam negirtine wê ji îro pê ve jî encam negirin.

Ozturk diyar kir ku di demên dawiyê de êdî qirêjiya deshilata faşîst a AKP’ê derketiye holê û ev tişt anî ziman:

Îro hemû qêrijiya wan derketiye holê û gelên Tirkiyê vê bi awayekî vekirî dîtin.

Li holê ye ku bi çete û mafyayan re li ser neyartiya kurdan li hev kirine.

Êdî nikarin van têkiliyên qirêj veşêrin.

Divê êdî gelên Tirkiyê vê rastiyê bibînin.”

Ozturk: Bi kurkirina tecrîdê re Tirkiye radestî mafyayê bû

Ozturk, destnîşan kir ku têkiliyên mafya û dewletê encama tecrîdê ye û axaftina xwe wiha bidawî kir:

Bi kûrbûna tecrîdê re Tirkiye radestî mafyeyê bû.

Çareserî ne binçavkirin, zext, êriş û girtina kurdan e.

Çareserkirina vê di şikandina tecrîdê de derbas dibe.

Ji bilî azadiya birêz Ocalan çareseriyeke din tuneye.

Back to top button