Omer Gulpî: Hikûmeta Başûr dikare mûçeyan bûyî ku werin birîn belav bike

Endamê Lijneya Darayî ya li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Omer Gulpî dahat û xerca Hikumeta Herêmê eşkere kir û da zanîn ku hikûmeta Başûr dikare mûçeyan bêyî ku were kêmkirin, belav bike.

Omer Gulpî derbarê dahat û xerca Hikumeta başûrê Kurdistanê de daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Gulpî ragihand ku dahata mehane ya Hikumeta Herêma Kurdistanê zêdetirî xercên wê ye.

Endamê Lijneya Darayî ya li Parlamentoya başûrê Kurdistanê diyar kir ku mehê 95 milyar dînar ji ber dahata herêmê ji hikumetê re zêde dimîne û dikare mûçe bê ku were birîn, belav bike.

Omer Gulpî da zanîn ji ber berdewamkirina gendelî û nepêkanîna qanûnan, hikumet nikare vê pêngavê biavêje.

Gulpî girêdayî lihevkirina di navbera Bexda û Hewlêre ya li ser Şengalê de, da zanîn ger lihevkirin bi cih bê anîn, , wê mehane dahata Herêma Kurdistanê nêzî 200 milyar dînar ji ya niha zêdetir bibe.

Back to top button