Iraq..Baregeha Eyn Esed bû hedefa mûşekan

Baregeha hêzên Koalîsyona navnetewî ya li Eyn Esedê a Iraqê carek din bi mûşekan rastî êrîşan hat.

Li gorî medya Iraqê baregeha Koalîsyona navnetewî a Eyn Esed ya ser bi parêzgeha Enbar a Iraqê, bi mûşekan hat hedefgirtin.

Hat ragihandin ku 3 mûşek nêzî baregehê ketine û 2 mûşek jî derdora baregehê ketine.

Derbarê êrişê de ti daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.

Baregeh 193 kîlometreyan li rojavayê Bexdayê ye.

Salên borî ji aliyê Îranê ve ji bo tolstandina Qasim Silêmanî û Mehdî Muhendîs hedef hatibû girtin û gelek ziyan lêbibû.

Back to top button