Desteya Perwerdê: 21 hezar şagirt ji ber êrişan naçin dibistanan

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku ji ber armancgitina dibistanan ji aliyê dewleta Tirk 21 hezar û 843 şagirt ji perwerdeyê bê par mane .

Desteya Perwerde bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û armancgirtina dibistanan şermezar kir.

Di daxuyanîiyê de hate diyar kir ku ji ber êrişên dewleta Tirk li ser herêmê 21 hezar xwendekar naçin dibistanan.

Her wiha hate destnîşan kirin ku 243 dibistan hatine girtin.

Li gor daxuyaniyê dibistana gundê Koran ya rojhilatê Kobanê bi temamî wêran bûye.

Her wiha 3 dibistan din bi awayekî beşî hatine wêrankirin.

Di dawiyê de Desteya Perwerdê bang li rêxistinên navneteweyî, mirovî û hiqûqî yên bi perwerde û fêrkirinê re têkildar in kir ku van êrişan rawestînin.

Back to top button