HPG: LI XAKÛRKÊ Û SERHEDÊ 24 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Dagirkeriya dewleta tirk li pêşberî çalakiya gerîlayên HPG û Hêzên Xweparastinê yên Başûrê Kurdistanê nav hev ketiye.
Artêşa tirk a ku derûniya xwe winda kiriye, bi rêya propagandaya medyaya xwe ya hawuz dixwaze raya giştî bi xapêne.
Lê nikare… Ji ber dimenên ku ji eniya şer tên têkçûna dagirkeriyê bi zelalî xuya dike.
HPG’ê ragihand li gerîlayan li Amed, Xakurkê û Serhedê derbên giran li dagirkeran xistine.
Di çalakiyan de herî kêm 24 leşker hatine kuştin.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên Gerîla yên li Amed, Xakurkê û Serhedê daxuyanî da.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev agahî hatin parvekirin:

Di çarçoveya Pêngava şoreşgerî ya şehîd Bager û Şehîd Ronya de 11 Hezîranê gerîlayan çalakiyek pêk anîn.

Gerîlayan li Geliyê Ermûşê yekîneyên operasyona dagirkeriyê xistine bin kontrola xwe.

Ji 3 aliyan ve li artêşa dagirker dan, 4 leşker hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû.

Heman rojê di çarçoveya Pêngava Serfiraziya Şoreşger li ser rêya Bazîd û Îdirê çalakiyek pêk hat.

Hêzên gerîla li panzêr û kamyonekê ku 30 leşker tê de bûn xist.

Di vê çalakiyê de 20 leşkerên tirk hatin kuştin û 15 leşker jî birîndar bûn.

9’ê Hezîranê jî gerîlayan li yekîneyeke artêşa dagirker dan ku ewlehiya bendava Farqînê dikirin.

Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar ên artêşa Tirk a dagirker nehatine tespîtkirin.

Leave a Reply

Back to top button