Rîsîron Zînînga yê ji Zîmbabwe bû koordînatorê NY li Lîbyayê

NY di çarçoveya gihîştina çareseriyeke giştî li Lîbyayê, koordînatorek ji bo şandeya xwe ya li welêt erkdar kir.
Dewleta Tirk jî şandina çek û çeteyan didomîne û heta niha 33 caran, peymana rawestandina şerê li Lîbyayê binpê kiriye.
Bo cara yekem jî, Rûsya pêwendiyê bi Wîfaqê re dike û wezîrê wê yê Hindirîn vedixwîne Moskoyê.

Sekreterê giştî yê NY Antonio Guterres, Rîsîron Zînînga yê ji Zîmbabwe, weke koordînatorê şandeya NY bo Lîbyayê erkdar kir.

Zînînga di destekdayîna pêvajoyên siyasî û navbeynkariyê de xwedî ezmûeke mezin e, her wiha karînên wî yên birêvebirina pêvajoyên aştiyê yên tevlihev jî hene.

Rîsîron Zînînga bêhtirî 30 salî bi NY re kar kiriye.

Tirkiye 33 caran birayara rawestandina şer binpê kiriye

Girêdayî heman mijarê, dewleta Tirk, biryara Cinêvê ya rawestandina şer binpê dike û şandina çek û çeteyan bo Lîbyayê dewam dike.

Rêveberê Dezgeha Sîlîviyom a lêkolînan li Lîbyayê Cemal Şelûf bi daxuyaniyekê eşkere kir ku, Çarşemê, balafireke leşkerî ya Tirkî ji cureya Airbus ku ji Stenbolê hatibû, li fakulteya asmaî ya Misratayê danî.

Cemal Şelûf teqez kir ku bi vê yekê, Tikiye 33 caran, biryara rawestandina şerê li Lîbyayê, ku komîteya leşkerî ya Lîbî li Cinêvê îmze kiribû, binpê kiriye.

Li gorî daneyên çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ku nîvê Mijdarê ragihandibûn, Tirkiye 18 hezar çeteyên Sûrî û 2500 ên Tûnisî şandine Lîbyayê.

Li rojhilatê welêt jî hikumeta Wîfaqê, jimareke mezin a hêz û çeteyên xwe kom dike.

Çavkanîne leşkerî yên Lîbî eşkere kir ku ev hêz li bakurê devera Qeryat tên komkirin.

Paşaxa ji bo serokatiya hikumeta Wîfaqê di nava hewldanan de ye

Tevgera hêz û çeteyên Wîfaqê di demekê de tên, ku wezîrê wê yên Hindirîn Fethî Paşaxa, ji bo cihê Serac bigire, di nava hewldanan de ye.

Herî dawî Paşaxa ragihand ku ew ji bo serdaneke fermî bo Rûsya, ji aliyê şanderê serokê Rûsî bo Rojhilata Navîn û Afrîka û cîgirê wezîrê derve Mikhaîl Bogdanov ve, hatiye vexwendin.

Pêwendiya Rûsya bi hikumeta Wîfaqê re, yekemîn pêwendiya fermî ye, ku piştî serbestberdana 2 lêkolînerên Rûs ji aliyê hikumeta Wîfaqê ve, pêk hat.

Wîfaqê, her du lêkolîner, bi tawana sîxurtî û civîna bi Seyf El-Islam, kurê serokê berê yê Lîbyayê Mu’emer El-Qezafî re, binçav kiribûn.

Back to top button