Sûcên dewleta Tirk ên bi navê Îslamê di semînerekê de hatin vegotin

Kongreya Civaka Îslama Demokratîk derbarê êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên bi navê îslamê li ser herêmê, semînerek ji oldarên Hesekê re lidar xist.

Bi dehan oldarên ji Til Temir, Zirgan, endamên saziyên sivîl beşdarî semînerê bûn.

Di semînerê de behsa êrişên li ser herêmê, sûcên ku li dijî sivîl, koçberî, talana mal û milkên wan di bin navê Îslamê de û fikr û felsefeya rêber Ocalan hate kirin.

Di semînerê de rêveberên beşa perwerdeyê ya Kongreya Civaka Îslama Demokratîk Cemîl Haco axivî, rojbûna rêber Ocalan pîroz kir û got:

“Rojbûna Rêber Apo, rojbûna gelê ku di nava çend salan de rastî zilm û paşguhkirinê hatiye.”

Meleyê mizgefta Hec Sultan a Dirbêsiyê û serokê Meclisa Olî ya Serêkaniyê Heysem Xelîl jî got:

“Dema ku êrişî Efrînê kirin tirkên ku navê şêx û zanyarên olî li xwe dikin Sûreta Fetihê xwendin û êriş dan destpêkirin.

Di wan êrişan de sivîl qetil kirin, mizgeft û cihên îbadetê teqandin.”

Her wiha hêvî kir ku aramî li herêmê misoger bibe û koçber vegerin malên xwe.

Back to top button