Li Metîna liv û tevgera PDK’ê

Hêzên çekdar ên PDK’ê ji bo kontrolkirina herêma Kela Qûmriyê ya li ser xeta Qeşûra ya Metîna, bi çekên giran hêz kom dikin.

Li Herêmên Parastina Medyayê, Metîna hêzên PDK bi hejmareke zêde wesayîtên zirxî û ambûlansan dişîne herêmê.

Hate diyarkirin ku amadekarî ji bo kontrolkirina hin herêmên di navbera Kela Qûmriyê û Qaşûra de heye.

Hêzên PDK’ê beriya niha jî hewl dabûn hin bendên nêzî Qûmriyê yên li ser xeta Qeşûra ku gerîlayên HPG’ê par berxwedaneke bi heybet li dijî dewleta Tirk nîşan dabûn, bi dest bixin.

Tê zanîn ku weke bûyera Zînê Wertê û Xelîfan ku bû sedema şehadeta gerîlayan hin provokasyon pêş xistin.

Hêzên HPG’ê ji ber helwesta xwe ya yekitiya neteweyî, di navbera Kurdan de ji pevçûneke kûr û dûr ketin.

Li gorî agahiyan, beriya Newrozê li navçeya Kanîmasî civînek hatiye lidarxistin û di wê civînê de biryar hatiye girtin ku hêzê veguhîzîne herêmê.

Back to top button