Heyetên Navneteweyî wê hilbijartinê bişopînin

Şandeya Çavdêriya Hilbijartinê ya Navneteweyî ya fermî ku ji 403 çavdêran pêk tê, wê li tevahiya Tirkiyeyê hilbijartinê bişopîne.

Ji nav şandeyê 175 kesan wê li bajarên Kurdan ji bo çavdêriyê li qadê be.

Şande ji parlamenter, nûnerên partî û partiyên sîwanî, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, hiqûqnas, akademîsyen, lêkolîner, rojnamevan û aktîvîstên ji welatên cuda yên Ewropayê pêk tê

Nûnerê HDP’ê yê Ewropayê Devrîş Çîmen têkildarî şandeyên çavdêriyê yên serbixwe got:

“Piştî atmosfera beriya hilbijartinê, nayê payin ku li Tirkiyeyê hilbijartineke demokratîk, wekhev û azad pêk were.

Erdogan bi kontrola li ser dadgerî, medya û hemû saziyên siyasî yên dewletê kampanya hilbijartinê meşand.

Heyetên çavdêriyê yên serbixwe û fermî ji aliyê saziyên navneteweyî yên cuda ve hatin şandin.”

Çîmen diyar kir ku weke Nûnertiya HDP’ê ya Ewropayê ew bi heyetên çavdêriyê yên hilbijartinê re di nava têkiliyê de ne.

Pêşeroja Tirkiyê wê îro diyar bibe

Back to top button