Piştî êrîşa Îranê ya li ser Pakistanê, Pakistanê jî bi heman hincetê êrîşî Îranê kir.
Pakîstanê bersiva êrişa Îranê da û di encma bersivdayînê de 3 jin û 4 zarok hatin kuştin.
Li gorî ajansa fermî ya Îranê, ragihand hêzên Pakîstanê îro êrişê başûr û Rojhilatê Îranê kir.
Ajansa Îrnayê di nûçeya xwe de ku agahiyên xwe dispêre rayedarekî ji eyaleta Sistan-Belûcistanê, diyar kir ku li herêmên cuda yên li derdora bajarokê Saravanê gelek teqîn çêbûn.
Li gorî televîzyona dewletê ya Îranê, herî kêm 3 jin û 4 zarok di vê êrişê de hatin kuştin.
Televîzyona dewletê ragihand ku Pakistanê bi fuzeyan êrîş bir ser gundekî li nêzî sînorê îranê.
Alîkarê waliyê eyaleta Sistan-Belûcistanê Alîreza Marhamatî got:
“3 jin û 4 zarok ku hemû ne welatiyên Îranê bûn, hatin kuştin.”
Çavkaniyeke îstîxbaratê ya Pakistanê beriya demeke kurt daxuyaniyek da AFP’ê û îdîa kir ku li hemberî komên serhildêr ên li Îranê, artêşa Pakistanê êrîş pêk aniye.