PDK’ê JI BO PÊKANÎNA HIKUMETÊ EMÊ LI BENDA YNK’Ê NEMÎMIN

Bi ser hilbijartinên parlamentoya herêma Kurdistanê re 297 roj derbaz bûne, lê hîn jî hikumeta herêma başûrê Kurdistanê nehatiye avakirin.
Mesrur Barzanî jî bo pêkanîna hikumeta nû hatiye erkdar kirin.
Lê tê payîn nakokiyên dinavbera PDK û YNK’ê de hîn zêdetir wê avakirina hikumetê bipaşbixe.

 

https://rojnews.news/ku/kurdistan/pdk-ji-bo-pekanina-hikumete-eme-li-benda-ynk-e-neminin-32316

Li ser vê mijarê endamê fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Ebdulselam Dolmerî ji ajansa RojNews re axivî û got:

Di dema borî de ji bo pêkanîna hikumetê, me gelek alîkariya YNK’ê kir.

Ji bo vê lihevkirin dinavbera me û YNK’ê de heye.

Ger YNK heya dawî ya vê mehê namzetên xwe pêşkêş neke, ewê PDK li benda YNK’ê nemînin û hikumetê ava bikin.

Parlamenterê PDK’ê Ebdulselam got:

Wê 1’ê Tîrmehê heya meha Îlonê parlamento bikeve betlaneyê.

Divê beriya 1’ê Tîrmeha îsal parlamento bawerî bide bi kabîneya nû.

Lê li gorî me YNK’ê wê di dema xwe de nekare namzetên xwe pêkêş bike.

Leave a Reply

Back to top button