Li Binarê Qendîlê jî bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Ocalan ji aliyê Meclîsa Gel a Binarê Qendîlê ve şitlên daran hatin çandin.
Meclîsa Gel a Binarê Qendîlê bi boneya 4’ê Nîsanê li nêzî Goristana Şehîd Mihemed Karasungur şitlên daran çandin.
Endama Meclîsa Gel a Binarê Qendîlê Şinyar Resûl axivî û got:
“Dayikbûna Rêber Ocalan, dayikbûna, gelê Kurd û bi taybet a jinane.
Rêber Apo bûye avakerê riya azadiya jinê, berxwedan, têkoşîn, hêz, îrade, bîr û baweriyê.
Ji bo wê dayikbûna Rêber Apo, dayikbûna me hemûyane.”
Di dawiyê de gul danîn ser gorên şehîdan a li Goristana Şehîd Mihemed Karasungur.