Îro li navçeya Qinê ya Kobanê li dijî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker û lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de meşek hat lidarxistin û ev kiryar hatin şermezarkirin.
Îro Kongra Star a Kobanê li navçeya Qinê, ji bo şermezarkirina lêkirina dîwarê di navbera Rojava û Başûrê Kudistanê û pîlana dewleta Tirk û PDK’ê li dijî gerilayan meşek li darxist.
Meş ji pêşiya Meclisa navçeyê destpêkir û heta cihê sotemeniya navçeyê dewam kir.
Piştî meş veguherî mîtingê, endama Rêveberiya Kongreya Star a navçeyê Sûad Şêx Semîr axivî.
Sûad di axaftina xwe hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk şermezar kir da zanîn ku bi piştgiriya PDK’ê niha dîwar tê lêkirin û got:
“Em ê têkoşîna xwe ya li dijî xiyaneta PDK’ê dewam bikin.”