
Tevgera Civaka Demokratîk, bi armanca xurtkirina çanda paqijkirinê, li Hesekê jî dest bi pêngava paqijiyê kir.
Bi dirûşma “Paqijî exlaq û çanda civakê ye, em ê hemû li paqijiya bajarên xwe xwedî derkevin” li kantona Hesekê pêngava paqijiyê hat dest pê kirin..
Pêngav ji aliyê Tevgera Civaka Demokratîk-TEV-DEM’ê ve hatiye destpêkirin û wê li tevahî bajar û navçeyên wê belav bibe..
Bi dehan endamên TEV-DEM`ê û endamên yekîtiyên wê tevlî hemleyê bûne.
Di hemleyê de şaredariyên gel jî cih digirin û bi alavên wan paqijî tê kirin..
Her wiha dikandar jî hatin agahdarkirin ku paqjiya derdora xwe biparêzin û di wexta wê ya diyar de çopê bavêjin…
Endamê Koordînasyona Dikanan a TEV-DEM`ê ya Hesekê, Kamîran Derwîş derbarê pêngavê de got:
“Armanca me ew e ku çanda paqijiyê belav bibe û her kes xwe berpirsyar bibîne..”
Pêngav bi piştgiriya Şaredariyên Gel û PYD hatiye rêxistinkirin û 2 roj berê li Qamişlo jî hatibû destpêkirin.