MSD: Dewleta Tirk a dagirker aloziya Sûriyê kurtir kir

MSD’ê bi boneya salvegera serxwebûna Sûriyê daxuyaniyek da û dest nîşan kir ku pêwîstiya demê bi ruhekî berxwedêr heye da ku serxwebûna duyemîn were bidestxistin û Sûriyeke nenavendî were misogerkirin. MSD’ê careke din çareseriya siyasî weke tekane çareserî ji aloziya Sûrî re bi nav kir.

17 Nîsana 1946’an Fransa ji Sûriyê derket û her sal weke serxwebûna Sûriyê tê bîranîn.

Bi boneya salvegera 74`emîn a serxwebûna ji Fransayê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) daxuyaniyek da.

MSD’ê dest nîşan kir ku salvegera 74’an a serxwebûnê di demekî de tê ku Sûrî bi gelek aloziyan re rû bi rûye.

Ji ber zêdetirî nîvê gelê Sûrî koçber û penaber bûye. Binesaziya herêmê xerab bûye û rewşa jiyanî jî gelekî zehmet bûye.

MSD’ê bîr xist ku aloziya Sûriyê bi dagirkeriya dewleta Tirk ji herêmên bakurê Sûriyê re kurtir bû û got:

Tirkiyê li herêmên dagirkirine her cûre sûc kir. Şêniyên resen yên Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî da koçberkirin. Guhertina demografiya herêmê didomîne, mal û milkê xelkî jî desteser dike û didize.

MSD: Rê li ber alîkariya bi 5 milyonî Sûrî li Bakur û Rojhilatê Sûrî tê girtin

MSD’ê îşaret bi xeteriya vîrûsa Corona jî kir û wiha anî ziman:

Vîrûsa Corona bi awayekî siyasî tê bikaranîn û rê li ber gihandina alîkariya navdewletî û heta ya herêmî ji bo 5 milyonî Sûrî li bakur û rojhilatê Sûrî tê gitin.

Di heman demê de gefên Tirkiyê yên dewam li dijî gelê bakur û rojhilatê Sûrî û piştgiriya wê bi komên çete yên li Idlibê, bikaranîna koçberên Idlibê weke gef li dijî Ewropa û şandina çeteyan ber bi Lîbyayê ve, ev hemû jî li dijî herêmê gef in.

MSD: Divê em têkoşînê bilind bikin ji bo serxwebûna duyemîn bidest bixin

Meclisa Sûriya Demokratîk daxuyaniya xwe bi vê bangê bi dawî kir:

” Divê hemû gelê Sûriyê têbikoşin û sala bê bikin sala çareserî û serbestiyê. Pêwîstiya demê bi rihekî berxwedêr heye da ku em serxwebûna xwe ya duyemîn jî bi dest bixin, çareseriyê ji aloziya Sûriyê re bibînin û Sûriyeke nenavendî û demokratîk mîsoger bikin.”

Back to top button