Ji dema ragihandina agirbesta Putin-Erodgan li Idlibê, bêhtirî 2 û 500 maşîneyên leşkerî yên dewleta Tirk derbasî Idlibê bûne.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku dewleta Tirk a dagirker îro derdora 30 maşînryên leşkerî bi riya dergeha Kefer Losîn derbasî Idlibê kir.
Bi vê yekê re ji dema ragihandina agirbesta Putin-Erodgan a 15’ê Adara borî ve dewleta Tirk 2 hezar û 665 maşîneyên leşkerî derbasî Idlibê kirine.
Her wiha ji 2’ê Nîsanê ve dewleta Tirk 6 hezar û 70 maşîneyên leşkerî û bêhtirî 10 hezar û 300 leşkerî şandine Idlibê.
Ev yek jî di wextekî de tê ku cîhan hemû bi vîrûsa Coronayê ve mijûl in û dewleta Tirk vê yekê weke fersend bikar tîne.