Women Defend Rojava: Gelên resen yên herêmê bi qirkirina etnîkî re rû bi rû ne

Women Defend Rojava ji bo têkbirina bazirganiyên qirêj yên li ser gelê Rojava banga xûrtkirina berxwedanê kir û dest nîşan kir ku Tirkiyê bi piştgiriya sazî û dezgehên navnetewî van kirinan dike. Women Defend Rojava diyar kir ku Parastina Rojava tê wateya parastin û belavkirina şoreşa jinê li çar aliyên cîhanê û got: Roja 25ê Mijdarê, Roja Têkoşîna li dijî Tûndiya li Hemberî Jinê, wê bibe gaveke din a berxwedana hevpar a jinên cihanê.

Kampanya Women Defend Rojava (Jin Rojava diparêzin) ku ji aliyê Kongra Star ve hatiye destpêkirin, ji bo xurtkirina têkoşîna xwedîderketina li Rojava daxuyaniyek weşand.

Women Defend Rojava, jinên Kurdistanê û cîhanê yên tevlî çalakiyên piştgiriya bi Rojava re bûne silav kir.

Women Defend Rojava diyar kir ku Tirkiyê li dijî mirovahiyê sûcên xwe yên şer didomîne û pêkhateyên resen yên weke Xiristiyan, Kurd û Ereb bi erîşên qirkirina etnîkî re rû bi rû ne.

Women Defen Rojava bi bîr xist ku dewleta Tirk van kiryaran bi zanebûn û bi piştgiriya sazî û dezgehên navneteweyî pêk tîne û got:

WOMEN DEFEND ROJAVA:
PÊWÎSTÎ BI BERXWEDANEKE XÛRT YA NAVNETEWEYÎ HEYE

“Lewma ji bo rawestandina vî şerê qirêj û bazirganiyên qirêj li ser gel, ax û çavkaniyên Rojava pêwîste berxwedaneke xurt û domdar ya navnetewî rêxistin bikin, ku bikaribin vê pergala neheq û bê exlaq ji holê rabikin.”

Women Defend Rojava da zanîn ku ji çarçoveya kampanyayê de wê li welatên Katalonya, Spanya, Îtalya, Elmanya, Swîsre, Yuwnanistan û Amerîka Bakûr ku bi giştî 20 komîte werin avakirin û xwest ku ev li hemû herêmên Kurdistanê û welatên Rojhilata Navîn jî werin avakirin.

WOMEN DEFEND ROJAVA:
PARASTINA ROJAVA, PARASTINA ŞOREŞA JINÊ YE

Women Defend Rojava dest nîşan kir ku ev nirxên gerdûnî yên têkoşîna azadiya jinê ne ku li Rojava tên parastin û weha got:

‘Armanca me ev e ku em bigihîjin her jinekî. Bi vî rengî em dikarin zanebûn û ezmûnên têkoşîn û tevgerên jinê bînin cem hev û dest bi pêngavên nû bikin. Her jin, herkes dikare ji bo parastina Rojava tiştekî bike.”

WOMEN DEFEND ROJAVA:
25’Ê MIJDARÊ WÊ BIBE GAVEK NÛ A BERXWEDANA JINÊN CÎHANÊ

Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tûndiya li ser Jinê wê bibe gaveke din a berxwedana hevpar a jinên cihanê û li ser xeta şehîdên Berxwedana Rûmetê wê têkoşîna jinê xurt bibe.

Leave a Reply

Back to top button