Kombûna Jinan ya Zenûbiya bi nêzbûna roja 8 Adarê dest bi çalakiyên cuda kiriye.
Îro jî li bajarê Tebqa û navçeya Zirgan panelek li ser danesîn û sedema ragihandina Roja Jinan a Cîhanî li darxist.
Li aliyekî din jî jinên bajarê Dirbêsiyê xwe amade dikin ku bi cil û bergên xwe yên folklorîk 8’ê Adarê pîroz bikin.
Hîna 10 roj ji bo 8’ê Adarê mayî, li herêmê xemla wê xwe daye der.
Ji bo Roja Jinan a Cîhanî jinên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî di nava çalakî û amadekariyan de ne.
Kombûna Jinan a Zenûbiya li ser danesîn û giringiya rojê panelek li bajarê Tebqayê li darxist.
Di panelê de nameyên berê Rêber Apo ji jinan re şandibû hatin xwendin.
Berdevka Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya a Tebqayê Semîra Hebeş jî got:
Rêber Apo bi sekna xwe ya li gel jinê hêz û îradeyek xurt da wê.
Bi saya wî jin bûn xwedî maf û hebûn.
Divê jin xwedî li keda rêber Apo derkevin.
Li navçeya Zirganê jî Meclisa Jinan a PYD’ê civînek lidar xist.
Gelek jin û endamên saziyan beşdarî civînê bûn.
Di civînê de hate gotin:
“Di encama têkoşîna jinan li dijî zordestiyê de 8`ê Adarê wek roja jinan a cîhanê hate diyarkirin.”