Li sersanserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî Komploya Navnetewî çalakî hatin lidarxistin

Îro jî li sersanserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî Komploya Navnetewî çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de peyama bilindkirina têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo hate dayîn.

Bi boneya salvegera 23. a Komploya Navneteweyî ya li ser Rêber Ocalan, çalakiyên gel li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin.

Ciwanên Qamişlo li dijî komployê meşiyan.

Piştî meş veguherî mitîngê, li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger daxuyanî hate dayîn.

Ciwana di daxuyaniya xwe de gotin bi îradeya ji Rêber Ocalan girtine ew ê hemû plan û komployên têk bibin.

Li Tirbesiyê civînek bi şêniyên navçeyê re hate lidarxistin

Li Navçeya Tirbesiyê jî, civînek bi şêniyên navçeyê re hate lidarxistin û sînevizyonek derbarê Komploya 15’ê Sbatê hate pêşandan.

Li Hesekê û Holê derbarê komploya 15’ê Sibatê semîner hatin dayîn

Li Hesekê jî bi heman armancê, bi amadebûna bi dehan ji şêniyên bajêr senevizyonek li navenda Çand û Hunerê hate pêşandan.

Tevgera Çand û Hunerê ya Kantona Hesekê jî, ji bo şermezarkirina Komployê daxuyaniyk da û bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî hate kirin ku ji bo azadiya Rêber Ocalan bikevin tevgerê.

Li navçeya Holê jî, PYD’ê bi heman armancê semînerek derbarê Komploya 15’ê Sibatê da û piştre senevizyonek pêşan da.

Meclisa Jin ya Olî bi daxuyaniyekê komplo şermezar kir

Meclisa Jin ya Olî ya Kongreya Îslama Demokratîk û Dîdara Ol û Baweriyên Mezopotamiyta jî bi daxuyaniyekê Komploya 15’ê Sibatê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî hate kirin ku ji bo azadiya Rêber Ocalan bi erkên xwe rabin.

Li Kobanê meşa dirêj a ciwanan û çalakiya konvedanê di roja 2’yan de dewam dikin

Li Kobanê, meşa dirêj ya ciwanan a bi armanca şermezrkirina komploya 15’ê Sibatê di roja xwe ya duyem dewam dike.

Ciwan îro ji navçeya Til Xezalê ber bi Navçeya Şêranê meşiyan.

Çalakiya konvedanê ya bi heman armancê jî ku Kongreya Star li navçeya Şêranê organîze kir bi serdana şêniyan di roja duyem de dewam dike.

Li herêma Firatê ji bo şermezarkirina komployê çalakî hatin lidarxistin

Zanîngeha Kobanê jî bi daxuyaniyekê Komploya 15’ê Sibatê ya li ser Rêber Ocalan şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin armanca komplogeran rêgiritna li ber belavbûna fikir û felsefeya Rêber Ocalan e.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê jî bi heman armancê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ji hemû alîgirên Berxwedana Kobanê hate xwestin ku bi hemleya navneteweyî ya ji bo azadiya Rêber Ocalan re alîkar bin.

Koordînasyona Jinê li Herêma Firatê jî daxuyaniyek da

Di daxuyaniyê de hate gotin, Komploya 15 Sibatê ne li dijî şexsê Rêber Ocalan bû, li dijî hemû gelên Rojhilata Navîn ên azadîxwaz û aştîxwaz bû.

Li Şehbayê ji bo şermezarkirina komployê çalakî hatin lidarxistin

Li Şehbayê jî, Tevgera Xwendekarên Demokratîk bi daxuyaniyekê Komplo şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin Komploya 15’ê Sibatê li dijî fikir û felsefeya Rêber Ocalan û Tevgera Azadiya Kurdistanî hatibû plankirin.

Tevgera Kevana Zêrîn jî bi hevkariya bi Komîteya Çand û Hunerê a Herêma Efrînê re bi heman armancê civînek li navçeya Ehdesê li dar xist.

Di civînê de sÎnevizyonek û semînerek derbarê jiyan û têkoşîna Rêber Ocalan û komploya 15’ê Sibatê hatin dayîn.

Şêniyên Minbicê ji bo şermezarkirina komployê meşiyan

Şêniyên Minbicê jî ji bo şermezarkirina Roja Reş daketin kolanan û banga azadiya Rêber Ocalan kir.

Şêniyên Minbicê bang li gelên azadîxwaz kir ku ji bo azadiya Rêber Ocalan dengê xwe bilind bikin.

Li Reqayê bi hezaran şênî ji bo şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê daketn kolanan

Bi hezaran şêniyên Reqayê jî daketin kolanan û Komploya li ser Rêber Ocalan şermzar kir.

Back to top button