Li Şirnex, Wan û Agiriyê êrişên dijî Rojava hatin şermezarkirin

Li bajarê Şirnex, Wan û Agiriyê êrişa dewleta Tirk ya li dijî endamên Rêveberiya Xweser hate şermezarkirin.
Pêkhateyên TJA’yê bertek nîşanî bêdengiya êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê da û got: “Divê pêşî li ber van êrişên li pêş çavên hemû cîhanê tên kirin were girtin.”

Di 20’ê Hezîranê de dewleta Tirk a qirker li dijî endam û rêveberên Rêveberiya xweser êrişek hewayî pêk anî.

Komkujiya dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê jî rastî bertekên tund tên.

Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî mijarê li bajarê Şirnex, Wan û Agiriyê daxuyanî dan.

Pêkhateyên TJA’yê yên Şirnexê li ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Silopiyayê civiyan.

Hevseroka DBP’ê ya Navçeya Emîne Ozek daxuyanî da û xwest li hemberî êrîşan bêdeng nemînin.

Salîha Aydenîz: Dewleta Tirk di dema darizandina DAÎŞ’ê de ev êrîş pêk anî

Paşê Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz axivî û diyar kir êrîş li djî pergala civakî ya ku li herêmê hatiye avakirin in.

Salîha Aydenîz anî ziman dewlet her roj bi zanebûn êrîşî jinan û destkeftiyên gelê Kurd dike û got:

Balkêş e ku dewleta Tirk di dema darizandina DAÎŞ’ê de ev êrîş pêk anî.

Pirsgirêka vê dewletê ne çareserî, şer e.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên girseyê bi dawî bû.

Li bajarê Wanê jî bi beşdariya rêveber û endamên partiyên siyasî êrişa dewleta Tirk hate şermezarkirin

“Hêzên Navneteweyî di van komkujî û rûxandinan de xwedî par in”

Parlamentera Partiya Çepên Kesk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît di daxuyaniyê de axivî û wiha got:

Desthilata AKP’ê xwe bi siyaseta dijminatî, şer û pevçûnan dide jiyîn.

Hêzên herêmî û navneteweyî yên rê li ber polîtîkayên aştiyê digirin, di van komkujî û rûxandinan de xwedî par in.”

“Divê rê li ber van êrişan were girtin”

Gulcan Kaçmaz, êrişa li Qamişloyê bi bîr xist û got:

Ev êriş, li dijî gelê kurd ê welatê xwe, gelê xwe û îradeya xwe li dijî DAIŞ’ê diparêze tê kirin.

Parlementer Gulcan Kaçmaz di dawiyê de bang kir kir ku divê ev êriş tavilê bên sekinandin.

“Bi van komkujiyan di pirsgirêka Kurd de neçareseriyê kûrtir dikin”

Li navçeya Bazîd a Agiriyê jî bi heman armancê daxuyaniyek ji hêla pêkhatyên TJA’yê ve hate dayîn.

Di daxuyaniyê de îşaret bi êrişên dewleta Tirk yên li dijî hemû beşên Kurdistanê hate kirin û hate gotin:

Bi van înfazan û komkujiyan di pirsgirêka kurd de neçareseriyê kûrtir dikin.”

“Dewleta Tirk bi şehîd xistina sivîlan sûc kiriye”

Back to top button