“Dewleta Tirk bi şehîd xistina sivîlan sûc kiriye”

Tifaqa Kurd a Azadî û Demokrasiyê têkildarî êrişa dewleta Tirk a di 20’ê Hezîranê de daxuyaniyek nivîskî belav kir.
Tifaqê êrişê bi tundî şermezar kir û bang li her çar parçeyê Kurdistanê kir ku li dijî êrişan piştgiriya Rojava bikin.

Tifaqa Kurd a Azadî û Demokrasiyê diyar kir ku Tirkiyê ev demeke dirêj e, ji bo dagirkeriyê gelek hewldan nîşan dide.

Piştî ku hêzên herêmî û yên navneteweyî bo vê êrişê destûr nedan, vê carê bi sûîqastan pektîne û bi aşkereyî li van kiryaran xwedî derdikeve.

Lê êrişa vê carê nagirin ser xwe. Ji ber ku kesên jiyana xwe ji dest dan rêveberên sivîl in.

“Li dijî êrişan piştgiriya Rojava bikin”

Tifaqê di dewamiyê de êrişên dewleta Tirk wek kiryareke ne yasayî bi nav kir û ev bang kir:

“Em bag li NY û YE’yê kir ku li hember êrişên Tirkiyê yên hiqûqa navneteweyî nas nakin helwestê nîşan bidin.

Em bang li gelê xwe yê li her çar parçeyê Kurdistanê dikin ku li dijî êrişan piştgiriya Rojava bikin.

Roj roja yekîtiya neteweyî û pêkve tevgerînê ye.”

Back to top button